DTSO û TMMOBê pirtûka 536 avahiyên dîrokî yên Diyarbekirê weşand

DTSO û TMMOBê pirtûka 536 avahiyên dîrokî yên Diyarbekirê weşand

PeyamaKurd - Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê û Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a Yekîtiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) pirtûka 536 avahiyên dîrokî yên li Diyarbekirê yên tescîlkirî û li ber tescîlkirinê weşand.

DTSO û TMMOBê xebata xwe bi komeke ji avahîsaz, endezyarên nexşeyê û arkeologan pêk dihat pêk anî ku di pirtûka hatiye amadekirin de 536 ciyên çandî û dîrokî yên Diyarbekirê hatine tespîtkirin û xebatên nûkirinê hatine meşandin.

Di pirtûkê de, agahiyên li ser avadaniyên dîrokî hatine nûjenkirin û wêneyên wan ên nû hatin tomarkirin.

Xebata DSTO û TMMOBê bi daneyên xebata sala 2023yan hatiye temamkirin û bi navê “Rapora Avahiyên Tescîlkirî û Yên Hêjayî Tescîlkirinê Yên Bajarê Diyarbekirê” hatiye çapkirin.