Koro ya medeniyetan ya Antakya li Diyarbekirê konserekî da

Koro ya medeniyetan ya Antakya li Diyarbekirê konserekî da

PeyamaKurd – Koro ya medeniyetan ya Antakya li Diyarbekirê konserekî da ku di erdheja navenda wê Maraş bû, 7 endamên koroyê di erdhejê de can dabûn. Konsera koroyê, di çarçova xebatên daîra beşa çand û karên civakî ya Şaredariya bajarê mezin ya Diyarbekir de, da. Ji ber li Diyarbekir pêkhateyên cuda yên olî hene, koro bandoreka baş di şûna xwe de hişt.

Konsera medeniyetan ya Antakya li Navenda çand û Kongre ya Sezayî Karakoç de, di bin navê ‘Demsala çand û hunerê ya Eli Emiri ya 2024an’ de hat dayîn.”

Rêvebirê koroyê Yılmaz Özfırat ji rojnamevanan re got ku li Diyarbekirê mirovên ji olên cuda dijîn û weha got:

“Em li mala xwe ne ji ber Diyarbekir rastiya Tirkiyê ye. Mirovên ji olên cuda, ji zimanên cuda bi hev re bi dostane, bi biratî li bajar dijîn. Mixabin di erdhejê de me dostên xwe, hevjînên xwe, hezkiroxên xwe û eşyayên xwe wenda kir lê devlikeniya mirovên me û hevkarî îro me anî vê derê. Ev konser taybete û bi vî şeklî li ser mirovan bandorê kir.

Eger di vî welatî de, em hev ji dil hemêz bikin wê gelek tiştên baş çêbibin. Erdhej nîşan da bê em çawa birînên xwe dipêçin. Kurd, Laz, Tirk, Çerkez, herkes bazda hewara hev. Belkî ya herî girîng jî ev bû.”

Kore di konserê de bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî, Ermenîkî û zaravayê Zazakî de kilaman got.

Bajarê Antakya bi xwe jî ji gelek pêkhateyan pêkhatiye ku tê de Kurd, Ereb, Tirk, ji aliyê olî de gelek baweriyên cuda lê hene.