Ji Kişanak daxuyaniya pêvajoyeke nû ya çareseriyê

Ji Kişanak daxuyaniya pêvajoyeke nû ya çareseriyê
PeyamaKurd – Şaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê di hilbijartinên 2019an de û namzeda şaredariya Enqereyê bo hilbijartinên 31ê Adarê Gultan Kişanak ku 7 sal in di girtîgehê de ye, derbarê pêvajoyeke nû ya çareseriya pirsa Kurd û hilbijartinan de daxuyanî dan.

Divê destpêkirineke nû çêbibe

Namzeda DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ji medya Tirk re daye xuyakirin ku divê destpêkek nû çêbibe û gotiye, “Pirsa aştiyê nayê kirin divê bê bidestxistin. Ez careke din dibêjim. Pirsa Kurd pirseke wiha ye ku gunehê wê giran e û divê ji bo siyaseta navxwe neyê bikaranîn.”
Kişanak di berdewamê de diyar kiriye, “Ji ber dema hinek li dengan difikirin di heman demê de ciwanên vî welatî jî dikevin bin axê. Siyaset di vê mijarê de bin ketiye. Divê destpêkirineke nû çêbibe.”

DEM Partî ne kîsê qûmê ye

Gultan Kişanak li ser mijara hevdîtinên DEM Partiyê yên bi CHP û AK Partiyê re jî got ku her partî dikare ligel her partiyeke din hevdîtinan bike û wiha pê de çûye:
“Divê feraseta dijminatiyê û derxistina derveyî siyasetê ya DEM Partiyê bi dawî bibe. Ji ber qezenca tu kesî ji vê yekê nîne. DEM Partî ne kîsê qûmê ye. Partiyeke wiha ye ku nûnertiya baskê demokrasiya radîkal dike û di dîroka wê de kevneşopiya 34 salan heye. Partiya herî heqîqî ya Tirkiyeyê ye û di nav hemû partiyên siyasî de tenê ew partî ye ku bi pêvajoyên hilbijartinan re sînordar namîne.”