'Henara dawî ya dinyayê' ya Bextiyar Elî kete lîsta 'Xelata Gregg Barrios'

'Henara dawî ya dinyayê' ya Bextiyar Elî kete lîsta 'Xelata Gregg Barrios'

PeyamaKurd - Romana  Romannûsê Kurd ê bi nav û deng Bextiyar Elî 'Henara dawî ya dinyayê' ku şayanî beşdariya Xelata Pirtûkan a Gregg Barrios bûbû, li gel 4 romanên din ên ji cîhanê derkete fînalê.

Romana Bextiyar Elî 'Henara Dawî ya Dinyayê' ku di 2002yan de derçûbû lê belê pir nehatibû nasîn, piştî ku di 2023yan de ji alî Kerem Abdulrahman ve li îngilîzî hate wergerandin û ji alî weşanxaneya cîhanî 'Archipelago Books'ê ve hate çapkirin, bala wêjekar û rexnegirên cîhanê kêşa bû.

Bextiyar Elî di romana 'Henara Dawî ya Dinyayê' de çîroka realîst û efsûnî ya şervanekî Kurd ku piştî şervaniya 21 salan ew dixin şaneyeke yekkesî vedibeje.

Xelata Pirtûkan a Gregg Barrios ku ji 1976an ve tê dayîn, ji alî jûriya ku ji rexnegiran pêk tê, tê birêve birin û berhemên wek roman, çîrok, honaka zanistî, helbest, otobiyografî, jînenîgarî û rexneyê dikarin beşdarî xelatê bibin.

Romana Bextiyar Elî, li gel 'Owlish'a Dorothy Tse, 'Phantom Pain Wings'a Kim Hyesoon, 'Zakwato & Logledou's' Maillygulys'a Dorothy Tse, “Çocuklugun Soguk Geceleri” ya Tezer Ozlu û 'Çîrokên Bextewar'a Norman Erikson Pasaribu beşdarî xelatê bûye.

'Henara Dawî ya Dinyayê' di 2016an de, ji alî rexnegirên Alman ve wek yek ji baştirîn pirtûkên cîhanê hate pejirandin û di navnîşa Lit Promo de di rêza yekem de bû.

Bextiyar Elî ku bi wergerên romanên xwe yên ji bo Almanî li cîhanê tê nasîn, berê jî xelatên bi prestîj ên wekî Xelata Nelly Sachs û Xelata Hilde Domin wergirtibû.

Di hevpeyvînekê de Bextiyar Elî, li ser romana xwe "Henara herî dawî ya dinyayê' vê şîroveyê kiribû: "Eger min ji pirtûkên xwe yek ji bo cîhanek din hilbijarta, min ê vê romana xwe hilbijarta."