PeyamaKurd – Di çarçoveya peymana stratejîk a 29ê Çile de ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, gava yekem a pratîkî ji bo vekirina Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê hat avêtin.
Îro danê sibê, şandeyeke teknîkî ya bilind bi serokatiya cîgirê serokê Desteya Hewayî ya Sivîl a Sûriyê, Emced Nahal, bi balafireke taybet ji Şamê gihîşt Qamişloyê.
Ev geşt wekî yekemîn çalakiya fermî ya hewayî piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed û vekişîna hêzên Rûsyayê ji vê balafirgehê tê hesibandin.
Li gorî hûrgiliyên modela nû ya rêveberiyê, berpirsiyariya ewlehiya navxweyî û derveyî ya balafirgehê bi temamî dikeve ser milê hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê. Ji bo hevrêziya karûbaran, "Odeyeke Ewlehiyê ya Hevbeş" di navbera tîmên teknîkî yên Şamê û berpirsên ewlehiyê yên herêmî (Asayîş) de hatiye avakirin.
Di civînê de ku li balafirgehê pêk hat, fermandarên Asayîşê Merwan Elî û Mehmûd Xelîl Elî tevî şandeya Şamê li ser vegera karmendên sivîl ên berê û amadekariyên lojîstîkî nîqaş kirin da ku tesîs bi kapasîteya xwe ya herî bilind dest bi xebatê bike.
Vekirina Balafirgeha Qamişloyê ji bo trafîka sivîl, piştî salan ku tenê wekî baregeheke leşkerî ya Rûsyayê dihat bikaranîn, wekî serkeftineke mezin a dîplomatîk û aborî ji bo herêmê tê dîtin.