PeyamaKurd – Li navça Sûrê ya Amedê li gundê Kerwanpinarê di nav arazî de cesedê kesekî dîtin ku ji serê wî de bi demançê lê xistibûn. Cesed do, di wexta şeve de, seet di 23.50an de hat dîtin.
Li ser gilîkirinê, polîs û cendirme çûn ciyê bûyerê. Di encama lêkolînê de hat fêmkirin ku cesed yê Kadir Ö.ye (29). Li ser rûdanê gumanbar S.A. (44) xistin bin çav.
Tîmên cendirmeyan yên Lêkolîna Sûcan li ser bûyerê xebitîn û hat fêmkirin ku li navça Bismilê li gundê Koseliyê piştî munaqeşeyekî ku di çayxanê de bûye, kesê bi navê S.A. (44) Kadir Ö. şopandiye, dema Kadir Ö. li ereba xwe siwar bûye, bi demançê lê xistiye û cesed daniye nav arazî.
Gumanbar, li baregeha cendirmeyan di bin çav de ye.