Barbara Leaf: Hewldana Serok Barzanî ji bo aramkirina rewşa Rojava girîng bû

Dîroka Weşanê :
Barbara Leaf: Hewldana Serok Barzanî ji bo aramkirina rewşa Rojava girîng bû

PeyamaKurd – Cîgira Alîkara Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Barbara Leaf pesnê hewldana Serok Mesûd Barzanî ji bo aramkirina rewşa Rojava da.

Barbara Leaf di K24ê de axivî û li ser rewşa Iraq û Rojava, û herwiha pêşnûmeqanûna derbarê Kurdan de ku ji Kongreya Amerîkayê re hatiye pêşkêşkirin, şîrove kir.

Leaf pesnê rola Serok Barzaniyê di aramkirina rewşa Rojava de da û got, "Serok Barzaniyê ji bo destpêkirina hevdîtinên di navbera Sûriye û HSDê de alîkarî kir. Serkirdayetiya Kurd li Iraqê pir alîkar û girîng e. Ez bawer dikim ku ew dikarin bibin dengek şêwirmendiyê di navbera aliyan de."

Li ser redkirina namzediya Nûrî Malikî ji bo serokwezîrtiyê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve, Leaf got, "Nûrî Malikî li Iraqê xwedî tomarên baş nîne. Ji ber vê yekê, namzediya wî ya ji nû ve wek serokwezîr ji bo min neçaverêkirî bû. Nûrî Malikî di dema serokwezîrtiya xwe de DAIŞ anî Iraqê. Ev ji ber polîtîkayên wî yên mezhebî qewimî."

Barbara Leaf diyar kir ku endamên Kongreya Amerîkayê ji rewşa Rojava nîgeran in û li ser pêşnûmeqanûna Senatorê Amerîkî Lindsey Graham a ku armanca wê parastina Kurdan e wiha şîrove kir:

"Wekî ku Senator Graham diyar kir, pêşnûmeqanûna ku wî pêşkêşî Kongreyê kiriye, nîgeraniyên hem Komarparêzan û hem jî Demokratan li ser rewşa Kurdan li Sûriyeyê nîşan dide. Şer û pevçûnên dawî yên li Rojava, kuştina sivîlan û sûcên hovane yên ku hatine kirin, bûne sedema nîgeraniyek kûr."