Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li rêkeftina Şam û HSDyê kir: Pêngaveke girîng û durist e

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li rêkeftina Şam û HSDyê kir: Pêngaveke girîng û durist e

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi rêya peyamekê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X"ê pêşwazî û piştevaniya xwe ji bo lihevkirina di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ragihand.

Nêçîrvan Barzanî ev rêkeftin wekî bingehekî ji bo aramî û aştiya civakî ya li Sûriyeyê pênase kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bi temamî wiha got:

Em pêşwazî û piştevaniya lihevhatina navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDyê dikin ji bo rawestandina şer, têkelkirina saziyên leşkerî û kargêrî, misogerkirina mafên medenî û perwerdehiyê yên gelê Kurd û vegera koçberan bo ser cih û warên wan. Ev lihevhatin pêngaveke girîng û durist e ji bo çareseriya aştiyane û bidawîanîna aloziyan. Me her tim tekez kiriye ku diyalog, hevfêmkirin û rêyên siyasî, tenê dergeh in ji bo dîtina çareseriyeke berdewam ku di berjewendiya hemû aliyan de be. Ev lihevhatin zemîneyeke bihêz ji bo tenahî, aştiya civakî û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyan xweş dike. Em hêvîdar in bibe cihê avakirina Sûriyeyeke yekbûyî, parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di destûra bişê de û bidestveanîna aramiyê ji bo Sûriye û herêmê bi giştî."