PeyamaKurd- Hate ragihandin, li hejmarek gundên bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin dorpêça hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê de ye, çekdar talana mal û milkê xelkê berdewam dikin.
Li gundên başûr û rojhilatê Kobaniyê, komên çekdar ên ser bi Şamê ve dest bi pêleke berfireh a talankirin û wêrankirina malên kurdan kirine. Ji ber êrîşên van koman, bi hezaran niştecihên gundên mîna Girkê neçar man ku mal û milkên xwe biterikînin û berê xwe bidin navenda bajêr.
Şahidên ji herêmê, mîna Aliya Qewasa û Sewsen Dîban, diyar dikin ku çekdaran ne tenê kelûpelên wan talan kirine, lê belê xaniyên wan jî bi zanebûn xera kirine û wêran kirine; ev yek jî nîşan dide ku armanc ne tenê dizî, lê belê têkdana jiyana sivîlan e.
Ev kiryarên talankirinê di demekê de ne ku bajarê Kobaniyê 24 roj in di bin dorpêçeke giran û tund de ye. Niha li bajêr û derdora wê nêzîkî 600 hezar sivîl û koçber di nava metirsiyê de dijîn, ku zêdetirî 200 hezar ji wan koçberên nû ne û di navendên demkî de hatine bicihkirin. Tevî ku bajar mazûvaniya hejmareke mezin a penaberan dike, dorpêça berdewam û êrîşên çekdaran krîza mirovî kûrtir dike û jiyana bi sed hezaran kesan dixe bin gefeke mezin.