PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) di xebatên xwe yên mirovî yên li Rojavayê Kurdistanê de derbasî qonaxeke nû û fermî bû.
Piştî temamkirina prosedurên yasayî, Dezgehê li bajarên Qamişlo, Dêrik û Amûdê ofîsên xwe yên nû vekirin.
Endama Lijneya Rêveber a BCFyê Rewec Hacî ragihand ku ev ofîs “bi qanûnî hatine tomar kirin û dest bi kar kirine”.
Hacî destnîşan kir ku wan ji bo xebatên xwe destûreke fermî û mayînde ji Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê wergirtiye ku hemû herêmên welat digire nav xwe.
Niha BCF bi rêya toreke berfireh li bajarên Şam, Heleb, Efrîn, Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Amûdê xizmetê pêşkêş dike.
Li gorî amarên dawî, heta 8ê Sibatê “367 konvoyên alîkariyê” gihîştine herêmê û zêdetirî 15,000 malbatî xwarin û pêdiviyên zivistanê wergirtine.
Her wiha Dezgehê bi projeyên xwe “906 derfetên kar ên demkî” ji bo xelkê herêmê afirandine daku piştgiriya aboriya malbatan were kirin.