ENKS: Tevî ku Şam û HSD li hev kirine, koçberên Efrînê nikarin dagerin malên xwe

Dîroka Weşanê :
ENKS: Tevî ku Şam û HSD li hev kirine, koçberên Efrînê nikarin dagerin malên xwe

PeyamaKurd – Tevî di navbera Şamê û HSDê de li ser dagera koçberên Efrînê ku li hev kiribûn da dagerin ciyên xwe, heya niha rêya dagerê ji aliyê Şamê de nehatiye vekirin.

Ji Efrînê endamê meclisa xwecîh yê Konseya Netewî ya Kurd ya Sûriyê (ENKS) Azad Osman bo Rûdawê ragihandiye ku tevî HSDê û Şamê li hev kiriye jî, malbatên ji Efrînê koç kirine, heya niha danegeriyane ser axa xwe. Azad Osman got:

“Li dora 20 roj berê grûbekî malbatên Efrînî ji Qamîşlo û Hasekiyê dageriyan malên xwe yên Efrînê lê ev qefla dawiyê bû. Efrînî yên dadigerin ciyên xwe weka kes tên an jî jimara wan gelek kêm e. Malbat, weka kom an konwoyê danagerin û dagera wan rawestiyaye.”

Azad Osman got ku ji bo Efrînî dagerin malên, xwe divê xaniyên wan bên amadekirin û weha dewam kir:

“Diviya vê heftê 400 malbat dageriyana malên xwe. Lê weka me agahî sitendiye, ji ber ciyê ku lê bimînin nîne, nikarin dagerin.”