Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Li deverên nakokbar siyaseta erebîzekirinê tê meşandin

Dîroka Weşanê :
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Li deverên nakokbar siyaseta erebîzekirinê tê meşandin

PeyamaKurd – Nivîsgeha Medya û Ragihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporeke berfireh û metirsîdar weşand û tê de hikûmeta navendî ya Iraqê bi guhertina demografîk a bi zanebûn tawanbar kir.

Di raporê de hat eşkerekirin ku li parêzgehên Kerkûk, Diyala, Mûsil û Selahedînê, siyaseteke "erebîzekirinê" ya plansazkirî li dijî nifûsa Kurd tê meşandin. Tevî ku di navbera salên 2005 û 2025an de zêdetirî 2 trîlyon dînar ji bo cîbicîkirina Madeya 140ê hatine veqetandin jî, rapor tekez dike ku ev budce ne ji bo çareseriyê, lêbelê ji bo paşguhkirina mafên destûrî yên Kurdan hatiye bikaranîn.

Li gorî raporê, piştî rûdanên 16ê Cotmeha 2017an, pêvajoya guhertina avahiya îdarî û demografîk derbasî qonaxeke nû û bilez bûye. Bi dehan postên îdarî yên bilind li Kerkûk, Tûzxurmatû û Şingalê ji destê Kurdan hatine wergirtin û radestî pêkhateyên din hatine kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku zeviyên cotkarên Kurd bi rêya betalkirina peymanên kevin ji wan têne standin û didin "Erebên îtxalkirî" (kesên ku ji derve hatine anîn).

Ev pêngav wekî hewildanekş ji bo kêmkirina rêjeya Kurdan li van deveran bo "astên xeternak" tê nirxandin, da ku di serjimêriyên pêşerojê de encamên li dijî Kurdan derkevin.

Serokê Desteya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêmê Fehmî Birhan, bal kişand ser guhertinên îdarî yên yekalî û destnîşan kir ku li pişt van gavan ajandeyeke siyasî heye.

Birhan ragihand ku veguherandina hin navçeyan mîna Gulale (Celawla) û Qeretepeyê bi awayekî yekalî li dijî destûrê ye û ew ê li dijî van biryaran serî li rêyên qanûnî bidin.

Madeya 140ê ya Destûra Iraqê ku referandûm û normalîzekirina van deveran wekî şert datîne, 18 sal in ji ber nakokiyên siyasî nayê cîbicîkirin û ev yek rê li ber kûrbûna krîza demografîk a li herêmê vedike.