HSD û çekdarên Şamê ji Til Berekê vekişiyan

Dîroka Weşanê :
HSD û çekdarên Şamê ji Til Berekê vekişiyan

PeyamaKurd – Li gorî rêkeftina ku di 30ê Çileya 2026an de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de hatibû îmzekirin, pêvajoya vekişîna hêzên leşkerî ji bajarokê Til Berekê dest pê kir.

Di çarçoveya vê qonaxê de, HSD ji navend û gundewarên Til Berekê vekişiya û cihên xwe radestî Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Şamê kir. Her wiha artêşa hikûmeta demkî ya Sûriyê jî hêzên xwe ji vê herêmê ber bi Şedadê û başûrê Hesekê ve veguhestin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Navxweyî Farûq Elî derbarê mijarê de ji bo Kurdistan24ê axivî û diyar kir ku ev gav wekî berdewamiya peymana agirbestê pêk tê.

Elî destnîşan kir ku piştî vekişîna ji navendên bajaran, hêzên HSDyê dê di çarçoveya tûgayên leşkerî yên nû de li deverên diyarkirî werin bicihkirin.

Tê payîn ku piştî Til Berekê, ev pêvajoya vekişînê li bajarokên Til Hemîs û Til Koçerê jî berdewam bike.

Berdevkê HSDyê Ferhad Şamî jî hûrgiliyên avakirina tugayên nû par ve kirin. Şamî ragihand ku li gorî rêkeftinê dê çar tûgayên leşkerî werin damezrandin ku yek ji wan li herêma Kobanî û sê tûgayên din jî li Cizîrê (Hesekê, Qamîşlo û Dêrikê) werin bicihkirin. Her çend cihê van tûgayan hatibe diyarkirin jî, Ferhad Şamî anî ziman ku nîqaşên li ser hejmara endamên wan hîn berdewam dikin.