Mezlûm Ebdî: Mafên Kurdan û entegrasyona leşkerî pêşîniyên me ne

Dîroka Weşanê :
Mezlûm Ebdî: Mafên Kurdan û entegrasyona leşkerî pêşîniyên me ne

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê de li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio civiya.

Piştî vê hevdîtina ku bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê pêk hat, Ebdî daxuyaniyek da û hevdîtin wekî "giring û berhemdar" pênase kir.

Ebdî diyar kir ku di civînê de şerê li dijî DAIŞê, misogerkirina mafên destûrî yên Kurdan û parastina nasname û çanda Kurdî mijarên sereke bûn.

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku rêveberiya Donald Trump dosyaya mafên Kurdan û aramiya li Sûriyeyê wekî pêşîniyekê dibîne. Di hevdîtinê de hat tekezkirin ku divê herêmên Kurdî li ser bingeha xwerêveberiyê di warên îdarî, leşkerî û ewlehiyê de xwe bi rê ve bibin.

Ebdî anî ziman ku nîşanên bipêşketinê hene ku ev maf di destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigirin û aliyê Amerîkî garantî daye ku pêvajoya cîbicîkirina peymanên 29ê Çileyê bi baldarî bişopîne.

Derbarê pêşeroja HSDyê û entegrasyona leşkerî de, Mezlûm Ebdî eşkere kir ku HSD dê bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê, lê bi şertekî taybet. Li gorî vê modelê, HSD dê li herêmên wekî Dêrik, Qamîşlo, Kobanî û Hesekê di çarçoveya tugayên herêmî de avahiya xwe biparêze. Ebdî her wiha amadebûna nûnerên Şam, Qamişlo û Washingtonê di heman civînê de wekî "gaveke erênî" û destpêkek nû ya dîplomatîk nirxand û spasiya rayedarên Herêma Kurdistanê bi taybetî jî Nêçîrvan Barzanî kir ku ji bo vê lihevkirinê navbeynkariyeke mezin kirine.