Îlham Ehmed: Rêkeftina bi Şamê re gaveke giring e ber bi aramî û yekîtiya Sûriyeyê ve

Dîroka Weşanê :
Îlham Ehmed: Rêkeftina bi Şamê re gaveke giring e ber bi aramî û yekîtiya Sûriyeyê ve

PeyamaKurd – Berpirsa Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmedê derbarê rêkeftina dawî ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de daxuyaniyek belav kir.

Ehmedê spasiya xwe ya kûr pêşkêşî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Fransayê kir ji bo rola wan a navbeynkariyê û hêvî kir ku ev her du welat di serkeftina pêvajoya entegrasyonê de bibin garantor.

Ehmedê destnîşan kir ku ketina hêzên ewlehiyê bo herêmên Rojava beşek e ji pêvajoyeke "berpirsiyar û gav bi gav" da ku yekbûneke dadperwer pêk were.

Hevseroka Têkiliyên Derve tekez kir ku ev lihevkirin armanc dike ku rûmeta hemû pêkhateyan biparêze û aştiya civakî xurt bike.

Her wiha, Îlham Ehmedê wekî xaleke herî giring a vê pêvajoyê, vegera bi rûmet û ewle ya xelkê Efrîn û Serêkaniyê bo ser malên wan nîşan da û wekî bingeha serdemeke nû ya aramiyê bi nav kir.