Li Çewlikê ambûlans û ereba bazirganî li hev ketin

Dîroka Weşanê :
Li Çewlikê ambûlans û ereba bazirganî li hev ketin

PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê li feleka balafirgehê ambûlansa ku nexweş hildigirt û erebeyekî bazirganî li hev ketin. Di encamê de birîndar an mirî tinene lê ji ber qezayê pevçûn derket.

Nexweşê ku di ambûlansê de bû bi ambûlansekî dinê birin nexweşxana dewletê ya bajarê Çewlikê.

Di encama pevçûna her dû terefan de, derb li kesekî ket û ew birin nexweşxana dewletê ya Bîngolê. Navê kesê ku derb lê ketiye nehat ragihandin.