PeyamaKurd – Di 101emîn salvegera Tevgera Neteweyî ya Kurdî (Tevgera Azadî) ya 1925an de, li bajarê Diyarbekirê daxuyaniyek hat belavkirin.
Gelek partî û rêxistinên siyasî yên wekî PDK-Bakur, PSK, PWK, PÊLKURD û Platforma Ciwanên Serbixwe li hev civiyan û bi daxuyaniyeke hevbeş careke din bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku cihê gorên Şêx Seîd û pêşengên din ên Kurd eşkere bike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tevgera 1925an ne bûyereke ji nişka ve bû, lê belê encama hişmendiya siyasî ya Kurd a destpêka sedsala 20an bû.
Beşdarên çalakiyê da xuyakirin ku her çend ev tevger bi bidarvekirin û sirgûnan hatibe tepeserkirin jî, îradeya gelê Kurd a ji bo xwerêveberiyê di dîrokê de cihê xwe girtiye.
Hat gotin ku tevî sedsalek di ser re derbas bûye jî, polîtîkayên înkarê hîn jî bi şêweyên cuda berdewam dikin.
Daxwaza herî sereke ya vê bangawaziya dîrokî, eşkerekirina cihê gorên Şêx Seîd û 46 hevalên wî, Xalid Begê Cibrî, Yûsif Ziya Beg, Seyîd Riza û Seîdê Nûrsî bû. Wan her weha diyar kir ku ev mijar ji bo bîra neteweyî ya Kurd gelekî giring e û çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi naskirina mafên rewa û hiqûqa navneteweyî pêkan e.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû dînamîkên civaka Kurd, bi taybetî li jin û ciwanan hat kirin ku ji bo paşerojê yekîtî û aqilê kolektîf bi pêş bixin.