PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê, li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma Xê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û destnîşan kir ku ziman bingehekî sereke û stûneke bingehîn a hebûn û nasnameya neteweyî û nîştimanî ya gelê Kurd e.
Wî Roja Zimanê Dayikê li hemû Kurdistaniyan pîroz kir û serbilindiya xwe bi pirzimanî û pirçandiya Kurdistanê nîşan da.
Serokwezîr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê mîna herêmeke dewlemend a pirzimanî û pirçandî dimîne û parastina vê taybetmendiyê wekî dewlemendiyeke mezin nirxand.
Wî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her awayî pêbend e ku girîngiyeke taybet bide parastin û geşepêdana zimanê Kurdî û zimanên hemû pêkhateyên din ên ku li Herêma Kurdistanê dijîn.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku ev yek beşek ji siyaseta sereke ya hikûmetê ye ji bo parastina mîrateya çandî ya welat.
Di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku parastina zimanê dayikê garantîkirina pêşeroja nasnameya neteweyî ye.