Minberên Herêma Kurdistanê bûn dengê Rojava: Di 4,000 mizgeftan de peyama "Yekîtiya Neteweyî" hat dayîn

Dîroka Weşanê :
Minberên Herêma Kurdistanê bûn dengê Rojava: Di 4,000 mizgeftan de peyama "Yekîtiya Neteweyî" hat dayîn

PeyamaKurd – Îro, 30ê Rêbendana 2026an, li nêzîkî 4,000 mizgeftên Herêma Kurdistanê xutbeyên Înê bi mijara "Yekîtiya Neteweyî ya Kurd" û piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin pêşkêşkirin.

Berdevkê Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê, Dr. Abdullah Şîrkawayî, ragihand ku alimên olî îro mîsyoneke dîrokî girtine ser xwe da ku giyanê biratî û yekrêziyê di nav civakê de xurt bikin.

Şîrkawayî di hevpeyvînekê de destnîşan kir ku parastina yekîtiyê ne tenê erkê olî ye, lê di heman demê de berpirsiyariyeke mezin a neteweyî ye da ku welat ji êrîşên derve were parastin. Wî her wiha bal kişand ser êş û karesatên dîrokî yên gelê Kurd û got:

Divê em ders ji felaketan wergirin û bibin yek."

Ev hevahengiya xutbeyan di demekê de tê ku li seranserê Kurdistan û Ewropayê xwepêşandanên girseyî li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û koçberkirina sivîlan berdewam dikin.