PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê de, li gel Serokê Fransayê Emmanuel Macron civiya.
Di hevdîtinê de, her du serokan bal kişand ser bipêşketinên dawî yên siyasî û ewlehî yên li Rojhilata Navîn û bi taybetî rewşa aloz a Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nîqaş kirin.
Di civînê de mijara herî sereke parastina mafên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bû. Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron tekez kir ku divê mafên Kurdan di destûra nû ya wî welatî de bi awayekî fermî werin misogerkirin.
Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya Fransayê ya berdewam û dostaniya wê ya dîrokî ya li gel gelê Kurd, spasiya Macron kir.
Her du aliyan li ser wê yekê li hev kir ku ji bo parastina aramiya li herêmê, hevahengî û hevkariya navneteweyî şertekî bingehîn e