PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê (MSC) de, li Almanyayê bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Brîtanyayê Jonathan Powell re civiya.
Di vê hevdîtinê de ya ku nîvroya îro pêk hat, pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê hatin nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan bi taybetî bal kişand ser metirsiyên komên terorîst û giringiya hevkariya navneteweyî.
Di civînê de hat tekezkirin ku ji bo rûbirûbûna terorê û peydakirina aramiyê, divê kordînasyona di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de bi awayekî bêrawestan berdewam bike.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Brîtanyayê Jonathan Powell di hevdîtinê de diyar kir ku piştgiriya welatê wî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dê her tim berdewam be. Powell her wiha pesnêrola Herêma Kurdistanê ya di parastina aşitî û aramiya herêmê de da û destnîşan kir ku Kurdistan di vê çarçoveyê de xwedî erkeke giring e.