Nûredîn Îsa Ehmed bi fermî wek waliyê Hesekê hat erkdarkirin

Dîroka Weşanê :
Nûredîn Îsa Ehmed bi fermî wek waliyê Hesekê hat erkdarkirin

PeyamaKurd – Serokkomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera fermanek îmze kir û Nûredîn Îsa Ehmed bi fermî wek parêzgarê nû yê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê tayîn kir.

Ev gav wekî beşek ji peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de pêk hat ku her du aliyan di 30ê Çileya borî de li ser li hev kiribû. Bi vê biryarê re, tayînkirina Ehmed rengê fermî girt û kete qonaxeke nû ya îdarî.

Nûredîn Îsa Ehmedê ku li gorî peymanê ji bo vê erkê hatibû hilbijartin, di 3yê Sibatê de ji bo encamdana hevdîtinên fermî serdana Şamê kiribû. Piştî temamkirina karên xwe yên li Şamê, Ehmed vegeriya Hesekê û dema gihîşt bajêr, ji aliyê niştecihên bajêr ve hatibû pêşwazîkirin.