Serok Barzanî: Me ji bo agirbest û alîkariya Rojavayê Kurdistanê tiştê ji destê me hat kir û emê bikin

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî: Me ji bo agirbest û alîkariya Rojavayê Kurdistanê tiştê ji destê me hat kir û emê bikin

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Sibatê li Pirmamê pêşwazî li Rêvebera Înîsiyatîfa Iraqê li Konseya Atlantîkê û Cîgira berê ya Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Taylor kir.

Di hevdîtinê de, her du aliyan guhertinên herêmî, proseya siyasî ya Iraqê û hewildanên partiyên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin. Herwiha têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mijareke sereke ya civînê bû.

Rola Serok Barzanî di dosyeya Sûriyeyê de

Beşeke girîng a civînê li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bû. Victoria Taylor amaje bi rola dîplomatîk a Serok Barzanî kir û spasiya hewildanên wî yên ji bo nêzîkkirina Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.

Taylor destnîşan kir ku peywendiyên Serok Barzanî yên bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack re, ji bo parastina agirbestê û geşkirina diyalogê wekî rêya herî rast a çareseriyê, xwedî nirxekî mezin in.

‘Me ji bo aştiyê tişta ji destê me hat kir’

Serok Barzanî di civînê de pabendbûna xwe ya ji bo aştî û aramiya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dubare kir. Barzanî bal kişand ser girîngiya parastina agirbesta di navbera Şam û HSDê de û got: "Pêwîst e her du alî li gorî bendên peymana xwe tevbigerin da ku şer bisekine û alozî kêm bibin. Ji bo gihîştina bi vê armancê, me di navbeynkariya her du aliyan de û gihandina alîkariyên mirovî ji bo kesên ziyanmend, tişta ku ji destê me hat me kir û em ê berdewam bin."