PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê û Serokê Lijneya Ewlekariya Parêzgehê Umêd Xoşnaw, derbarê xwepêşandanên li bajêr de daxuyaniyek da û hişyarî da ku ew ê rê nedin tu çalakiyeke bêdestûr.
Xoşnaw destnîşan kir ku li gorî qanûn û rênimayan, lidarxistina xwepêşandanan bi wergirtina destûrê ve girêdayî ye û her kesê ku li dijî vê yekê tevbigere, dê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tundî were cezakirin.
Ev daxuyaniya parêzgar piştî wê xwepêşandanê hat ku hefteya borî bi hinceta bêrêziya li hemberî dînê Îslamê li Hewlêrê hatibû kirin.
Umêd Xoşnaw di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wê yekê ku nûciwanekî di dema piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê de helbestek xwendiye, lê tevî ku wî nûciwanî û malbata wî çend caran lêborîn xwestine jî, hinek kesan ev yek wekî hincet bikar aniye û bêyî wergirtina destûrê li navenda bajarê Hewlêrê xwepêşandan kirine.
Parêzgar her weha diyar kir ku agahî gihîştine wan ku hinek komên tundrew dixwazin careke din li bajêr xwepêşandanan bikin, lê tu sedemek ji bo van çalakiyan nîne û wan ferman daye hêzên ewlehî û polîsan ku tedbîrên herî tund li hemberî her hewleke wiha bigrin.
Li gorî daxuyaniya Serokê Lijneya Ewlekariya Parêzgeha Hewlêrê, nîşandana nerazîbûnê û komkirina gel mafekî yasayî ye ku rêkarên wê yên taybet hene, lê ji niha pê ve rê neyê dayîn ji bo yu kombûneke bê destûr û aramiya bajêr wekî xeta sor hat nîşandan.