PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Hollandayê David van Weel got ku divê ew li hember gefa ji nû ve derketina DAIŞê li Sûriyê hişyar bimînin û spasiya Kurdên ku li dijî terorîzmê şer dikin kir.
Di hevpeyvînekê de bi K24 re, David van Weel girîngiya pêkanîna peymana ku di 10ê Adarê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de hatiye kirin û parastina mafên Kurdan li Sûriyê tekez kir.
Wezîrê Derve yê Hollandayê tekez kir ku pêwîst e li hember gefa ji nû ve derketina DAIŞê li Sûriyê hişyar bimînin û spasiya Kurdên ku li dijî terorîzmê şer dikin kir.
David van Weel got, "Em agirbesta di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şamê de pêşwazî dikin. Em hêvî dikin ku ew berdewam bike, lê ji bo pêkanîna peymana 10ê Adarê divê diyalogek avaker di navbera HSD û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de hebe."
Wezîrê Derve yê Hollandayê, ku girîngiya parastina yekparçeyiya axa Sûriyê û mafên Kurdan li welêt tekez kir, diyar kir, "Em ê binpêkirinên qanûnên mirovî li welêt ji nêz ve bişopînin."
David van Weel nîgeraniyên xwe yên li ser girtiyên DAIŞê anî ziman û got, "Divê em li hember gefên ji nû ve derketina DAIŞê hişyar bimînin. Misogerkirina ewlehiya girtîgehan ji bo ewlehiya her kesî pir girîng e."