Adil Mela Salih li Qahîreyê banga Serxwebûna Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Nûnerê Aştiyê yê Herêma Kurdistanê, Adil Mela Salih, di Kongreya Aştiyê ya Cîhanê de ku li paytexta Misrê, Qahîreyê, hat lidarxistin, piştgirî da serxwebûna Kurdistanê û bal kişand ser vîna gelê Kurd a ji bo avakirina dewleteke serbixwe. Di kongreyê de, ku nûnerên zêdeyî 20 welatên Erebî û navneteweyî beşdar bûn, Salih peyama gelê Kurdistanê ragihand.
Adil Mela Salih, ku bi navê Hakim Adil jî tê nasîn, bi cil û bergên xwe yên kurdî û Alaya Rengîn beşdarî kongreyê bû û diyar kir ku ew bi vê yekê çand û nasnameya kurdî bi cîhana Ereb û navneteweyî dide nasîn. Di axaftina xwe ya li kongreyê de, Salih tekezî li ser wê yekê kir ku aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn pêk nayê heta ku dewletên serbixwe yên Kurd û Filistînî neyên avakirin.
Mela Salih amaje bi referanduma serxwebûna Kurdistanê kir û got, "Min ji beşdaran re got ku ji sedî 90 zêdetirê xelkê Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûnê dengê 'erê' dan, lê mixabin faktorên derve û herêmî rê li ber pêkanîna encamên referandumê girtin."
Herwiha, Salih da zanîn ku ev cara sêyemîn e ew beşdarî Kongreya Aştiyê ya Cîhanê dibe, ku her sal li Qahîreyê tê organîzekirin. Beşdariya wî weke gaveke girîng tê dîtin ji bo gihandina doza rewa ya gelê Kurd bo platformên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.