Amerîkayê 2 binkeyên xwe yên Rojavayê Kurdistanê vala kirin: HSD li wan bi cih bû

PeyamaKurd – Hêzên Amerîkî du binkeyên xwe yên leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê, li wan deveran vala kirin ku di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.
Yek ji wan binkeya herî mezin a leşkerî ya Amerîkayê ye li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, bîra petrola Omer e li parêzgeha Dêrezorê.
Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafê Mirovan, Amerîkayê ji 18ê Gulanê ve dest bi vekişîna hêzên xwe ji van binkeyan kiriye û di du rojên dawî de ev vekişîn bileztir bûye.
Hêzên Amerîkî ji binkeyên bîra Omer û kargeha gaza Konîkoyê vekişiyan û hst hêzên komando yên HSDyê li şûna wan hatine bicihkirin. Kanala Hedestê jî diyar kir ku Amerîkayê 500 leşker ji van herdu binkeyan vekişandine.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.





