Li Hakkariyê mîdîbusa leşkeran wergeriya: 12 leşker birîndar bûn

Li Hakkariyê mîdîbusa leşkeran wergeriya: 12 leşker birîndar bûn

PeyamaKurd – Li ser rêya Hakkariyê û Çelê (Çukurca) di km ya 10an de li devê Çemê Zapê di Geliyê Tiyare de mîdîbusa ku eskeran hildigirt wergeriya û 12 leşker birîndar bûn.

Sedema wergerîna alavê ji ber ji desthilata ajotvan derket wergeriya. Piştî wergerîna alavê, tîmên tenduristiyê, AFAD, UMKE, îtfaiye, polîs û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.

Her 12 birîndaran biambûlansan wan birin nexweşxana dewletê ya bajarê Hakkariyê û rewşa wan baş e.

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.