PeyamaKurd - Têkiliya êrîşkarê du mizgeftên li Zelanda Nû Brenton Tarrant ku 50 kes kuştibûn bi rêxistineke dijî koçberan a Awustralyayê re hat tesbîtkirin.
Hat ragihandin ku êrîşkarê dijî îslamê Brenton Tarrant endamê Tevgera Nasnamexwazan a faşîzan ku dijberiya koçberan li Awusturalyayê dike ye.
Herwiha li gor zanyariyan Tarrant sala 2018an 1500 euro jî pere bexşî wê rêxistinê kiriye. Dozgeriya bajarê Graz a Awusturalyayê li ser mijarê lêpirsîn da destpêkirin.
Serokwezîr Sebastian Kurz jî da xuyakirin ku heger têkiliya Tevgera Nasnamexwaz digel Tarrant piştrast bibe, ew dê wê rêxistinê qedexe bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin