PeyamaKurd – Di analîzeke balkêş de ya ku ji aliyê rojnamevan Amed Mardîn ve ji bo rojnameya The Jerusalem Post hate nivîsandin, hate destnîşankirin ku gefên Enqereyê yên van demên dawî ne tenê manevrayên dîplomatîk in, lê nîşaneyên zelal ên amadekariya operasyoneke leşkerî ya nû ne. Li gorî vê nirxandinê, daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên li Qeterê yên derbarê "tunekirina hêmanên ne-Sûrî" û zêdebûna liv û tevgera leşkerî ya li ser sînor, îşaret bi stratejiyeke sê qonaxî dikin ku armanca wê dagirkirin e.
Mardîn di analîza xwe de destnîşan kir ku Enqere piştî têkçûna operasyonên hêzên çekdar ên girêdayî wê yên li dora Bendava Tişrînê di navbera Kanûn û Gulana borî de, niha hewl dide bi rêya zexta leşkerî û dîplomatîk encamê bigire. Daxuyaniyên rayedarên Tirk ên wekî Mehmet Uçum û Devlet Bahçelî jî di analîzê de wekî daxwaza "teslîmbûnê" û tengkirina qada siyasî ya Kurdan hatin şîrovekirin, ku ev yek nîşan dide deriyê diyalogê girtî ye.
Aliyekî din ê krîtîk ê raporê, rola nezelal a Amerîkayê ye. Hate diyarkirin ku daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barracks ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî "çira kesk" hatine fêmkirin û nebûna xêzeke sor a Washingtonê cesaret daye Enqereyê. Her wiha hate îdiakirin ku rêveberiya nû ya Şamê jî di bin bandora zextên Tirkiyeyê de ji maseya danûstandinan vekişiyaye. Analîz bi wê hişyariyê bi dawî dibe ku ger Amerîka helwesteke zelal nîşan nede, operasyoneke nû dê hevsengiyên herêmê serûbin bike.