Hevpeymaniya Şîa: Divê yasaya neft û gazê bê derxistin

Hevpeymaniya Şîa: Divê yasaya neft û gazê bê derxistin

PeyamaKurd -  Aliyên nav Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîa, di civîna xwe ya ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî tê de amade bû de, tekezî li ser gringiya derxistina Yasaya Neft û Gazê kirin.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Iraqê (INA) daxuyaniya dawî ya civîna şeva borî ya Çarçoveya Hevahengiyê belav kir.

Di civîna ku li mala Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî Emar Hekîm û bi amadebûna Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî bi rêve çû de behsa pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de, pêşhateyên siyasî, pirsgirêkên xizmetguzariyê û hilbijartinan hate kirin.

Di derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de, Çarçoveya Hevahengiyê destnîşan kir ku "pêwîst e ji bo her pirsekeke niştimanî li ser bingeha destûrê û li gorî biryarên dadgehê bê tevgerîn."

Herwiha hate ragihandin, hikûmeta federal li ser parastina mafên hemû welatiyan israr dike û hewl dide hemû astengiyan ji holê rake.

Di civînê de, careke din tekezî li ser pêwîstiya derxistina Yasaya Neft û Gazê hate kirin û ev yasa weke "çareseriya bingehîn ji bo pirsgirêkên aloz û hilawîstî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de" hate binavkirin.

Çarçoveya Hevahengiyê herwiha tekez kir, divê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di dema xwe ya diyarkirî de bên lidarxistin.

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.