Kamyonet nexwest li keriya wahşan bixe û wergeriya: 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Adilcewazê keriyekî wahşan (berazan) ji nîşka ve derket ser rêya ku kamyonet tê de diçû. Ajotvan ji bo li keriya berazan (wahş) nexe, xwe averê kir lê wergeriya û di bûyerê de 3 kes birîndar bûn.
Wergerandina kamyonetê seet di 21.00an de li ser rêya Ercîş-Adilcewazê çêbû. Di qezayê de ajotvan A.T. û pê re A.B.K. û Ö.T. birîndar bûn. Li ser agahdarkirina polîs, tîmên tenduristiyê û cendirmeyan, tîm bi ambûlansan çûn ciyê bûyerê.
Birîndaran ji kamyonetê derxistin û wan bi ambûlansan birin nexweşxana onkolojiye ya Adilvewazê.
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.




