Kendal Nezan: Tevlîbûna Nêçîrvan Barzanî ya vekirina Notre Damê tê vateya serokê dewletekî serbixwe

Kendal Nezan: Tevlîbûna Nêçîrvan Barzanî ya vekirina Notre Damê tê vateya serokê dewletekî serbixwe

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi sedema merasima vekirina Katedrala Notre Dame, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dawetî merasimê kir. Ev yek jî di dîplomasiya Kurdan de serkeftinekî mezine.

Li ser mijarê serokê Enstituya Kurd ya Parîsê Kendal Nezan ji bo peymanêra Rûdawê Ala Şalî mirjarê şirove kir. Kendal Nezan got:

“Katedrala Notre Dame ji bo nasnama netewî ya Fransayê remzekî gelek girînge. Nêçîrvan Barzanî wekî serokê dewletekî tê qebûlkirin û hatiye dawetkirin bo merasimê û ev yeka han ji bo Kurda serbilindiye. Ev dawet nîşan dide ku Fransa çendîn girîngiyê dide xelkê Kurd.”

Kendal Nezan got ku li seranserê dinyayê gelek lîderên serokên herêmên otonom hene lê ti kes nehatiye dawetkirin bo vekirina Katedralê û ev dawet nîşana ku Fransa giringiyê çêndin dide Kurdan e.”

Kendal Nezan got ku ji 50yan zêdetir lîder û nêzî 100î nûnerên navdewletî tevlî merasimê dibin û weha got:

“Tevlîbûna Nêçîrvan Barzanî ji bo Kurdan di wexteka dirêj ya pêşiya me de, dikare qazancên dîplmatîk bi xwe re bîne. Merasimên weha ne tenê merasimên sembolîkin lê di heman wextê de lîderên dinyayê tên cem hev, li ser mijarên girîng diaxfin û platform in.

Ez bawerim di vê çarçovê de wê Nêçîrvan Barzanî karibe derfetê bibîne ku li ser krîzên Rojhilata Navîn, bi taybetî rewşa li Sûriyê û di mijara Kurdan de, bi lîderên din re biaxife.

Di merasima Katedralê de, wê Nêçîrvan Barzanî karibe derfetê bibîne bi Emmanuel Macron, Donald Trump û lêderên din yên dinyayê re, li ser rewşa Rojhilata Navîn danûsitendinan bike. Kurdistan di navenda van krîzan de ye û ez bawerim wê gelek lîder bixwazin di derbarê rewşa Kurdan de agahiyan ji Barzanî bistîne.”

Aktîvîstê Kurd Azîz Mamle jî li ser dawetkirina serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya merasima vekirina katedrala Notre Dame got:

“Dawetkirina Nêçîrvan Barzanî û tevlîbûna wî ya merasimê, di dîroka Kurdan de, nîşan dide ku civaka navdewletî ji bo pirsgirêka Kurdan û rola wan ya di Rojhilata Naverast û Navdewletî de çiqas girînge.

Îro, di Rojhilata Navîn de Kurd xwediyê rolekî girîngin. Cîhgirtina Barzanî bi lîderên dinyayê re di platformê de wê bike ku mesela Kurd di qada navdewletî de bêhtir xwuya bike.

Bi wesîla merasimê, wê Nêçîrvan Barzanî karibe bi lîderan re danûsitendinan li ser majaran bike û di mijara Kurd de peyamên girîng bide.”

Katedrala Notre Dame di sala 2019an de şewitî bû heya niha restorasyona wê dewam dikir ku temenê wê 850 sale û lewra ji nûh de tê vekirin.

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.