PeyamaKurd- Îran bo nîşan bide ku qeweta wê heye da Buhira Hurmizê bigre, bi 100 heb keştiyên şer û bi 100 balafirên şer li Kendava Basrayê bo 48 sietan tetbîqatê dike.
Ragihandin ji aliyê CNN International de hat kirin ku agahiya xwe li gor bidestxistina agahiyên ji rêvebirên Amerîkayê dide. CNN dibêje ku her sal tetbîqat têkirin lê îsal wexta tetbîqata xwe daye pêş û ji yên berê berfirehtire.
Tetbîqat wê ji aliyê Amerîka de bê şopandin. Ji Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê(CENTCOM)ê yuzbaşî William Urban bo CNN ê got ku tetbîqata Îranê dê ji nêz ve taqîb bikin û bo bazirganiya navdewletî di behrên navdewletî de bêkirin, dê bi hevkarên xwe re xebata xwe bidin dewamkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin