Li bajarê Hakkariyê bi dereca 4.8 erdhej çêbû

PeyamaKurd – Dezga AFADê ya bi ser wezareta karên navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li bakûrê Kurdistanê li bajarê Hakkariyê bi dereca 4.8 erd hejiyaye. Erdhej di 21.03an de qewimiye. Erdhej di kûrahiya 7 km yan de çêbûye.
Di rêjeyên AFADê de, ciyên erdhejê li navça Gever a Hakkariyê û li Mêrgesora başûrê Kurdistanê ku bi ser bajarê Erbîlê ve ye, nîşan dide.
Heya niha encama erdhejê nehatiye ragihandin bê zerara can û maddî heye an tineye.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.




