Li Dêrsimê otomobîl di helan de wergeriya: 3 kes birîndar bûn

Li Dêrsimê otomobîl di helan de wergeriya: 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li herêma Dêrsimê li navça Pulumurê otomobîlekî di helan de wergeriya jêr û di encamê de 3 kes birîndar bûn ku yek ji wan bebek e.

Bûyer, li ser rêya Dêrsim-Ezirganê li dora gundê Kangalê çêbû. Ajotvanê otomobîlê dema di rêya xwe de diçû, desthilata otomobîla xwe wenda kir û wergeriya jêr. Tîmên cendirmeyan, tenduristiyê, îtfaiye û AFADê yekser çûn ciyê bûyerê.

Tîmên pêwendîdar ji bo birîndaran ji otomobîlê derxin bi zorê daketin jêr ji ber ciyê otomobil wergeriyabûyê gelek asê bû. AFAD û Îtfaiye karibûn bi sedye û rêya derenceyan birîndaran derxin ser rê û wan bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Dêrsimê.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.