Li Duhok û Halepçe 6 kes di avê de fetisîn

Li Duhok û Halepçe 6 kes di avê de fetisîn

PeyamaKurd – Li bajarê Duhokê li navça Berdereşê 4 zort jibo xwe hînik bikin ketina ava çemê Xezirê û di ava çem de fetisîn. Hat gotin ku her 4 xort avjeniyê nizanin.

Li bajarê Halepçe 2 kesên ketin gola Prisê tê de fetisîn.

Li ser bûyera Berdereşê zabitê parastina sîvîl yê Berdereşê Akid Asim Hazim ragihand ku ewilî xotekî dikeve avê û ji ber avjeniyê nizane dike bifetise. Her sê kesên din yên dixwazin wî rizgar bikin xwe davêjin nav avê. Paşî, her 4 kes jî difetisin. Tenê, kesê bi navê, Aras Kemal Muhammed sax difilite. Kesên di bûyerê de fetisîne:

1-Usame Muhammed Aziz (2003)

2.Mahmud Cemal Abdulwahid (2004)

3.Bilal Kemal Mustafa (2007)

4.Muhammed Kemal Mustafa (2008).

Ji 4 xortan 2 ji wan birane û yên din pismam in. Cenazên her 4 xortan birine Tib a Edlî ya bajar3e Duhokê.

Li bajarê Halepçe jî 2 xortên ketin ava golê tê de fetisîn. Li ser bûyerê berdevkê asayîşa Halepçe Akam Qutbeddin got:

“Mixabin di gola Prîs de ku dikeve nav sînorê me de, 2 kes fetisîn. Navên wan Muhammed Ömer û Raber Heme Reşid e. Heya niha kes xwe negihandiye cenazên wan.”

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.