Li Erzeromê dema xwendevan ji dibistanê derdiketin, hev perçixandin: 21 birîndar

Li Erzeromê dema xwendevan ji dibistanê derdiketin, hev perçixandin: 21 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Yakutiye li dibistana bi navê Gazi Ahmet Muhtar Paşa Ortaokulu de, dema xwendevan ji dibistanê derdiketin, bi sedema îzdîhamê 21 xwendevan birîndar bûn.

Li ser birîndarbûna xwendevanan, tîmên tenduristiyê bi ambûlansan zarokan birin nexweşxanê û ji birîndaran 15 heb dermankirina wan temam bû û çûn malên xwe. Dermankirina 6 xwendevanan dewam dike. Weliyên zarokan dibêjin ji ber kontroleka baş nehatiye kirin zarok hev perçixandine.

Îzdîhama li dibistanê bi taybetî li ser derenca çêbûye. Xwendevanên ketine erdê, hevalên wan pêl wan kirine û lewra ew çend birîndarî qewimiye.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.