Li Sêwerekê di goristanekî de cesedê bebekekî dîtin

Li Sêwerekê di goristanekî de cesedê bebekekî dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêwerekê li taxa Ayvanatê di gortistana Esrî de cesedê bebekekî dîtin. Polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û cesedê bebekê birin morgê da tesbîta kesên ji bûyerê berprisiyarin, bikin.

Jinekî dema çû seredana gora mêrê xwe dît ku li ber mezlê mêrê wê cesedê zarokekî heye. Ji bo zerar negihê cesed, ji bo demkî hinek xwelî davêje ser cesed û diçe ji mirovên xwe re rewşê dibêje.

Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar, cesed dibin morga nexweşxana dewletê ya navça Sêwerekê.

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.