Li Parêzgeha Selahadînê Tirkî bû zimanê fermî

Li Parêzgeha Selahadînê Tirkî bû zimanê fermî

PeyamaKurd – Parêzgariya wîlayeta Selahedîn a Iraqê ragihand ku ji bo Tirkî biryara zimanê sêyem ê fermî li hemû dezgehên parêzgariyê hatiye dayîn.

Serokê Encûmena Parêzgeha Selahadînê Adil Suyemdeyî jî ragihand ku di perwerdehiyê û karûbarên fermî de, Tirkî wekî zimanê fermî piştî Erebî û Kurdî hatiye qebûlkirin.

Parêzgariyê jî daye xuyakirin ku wê êdî zimanê Tirkî li hemû saziyên dewletê yên sînorê parêzgeha Selahadînê were bikaranîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî li Kerkûkê biryara fermîbûna Tirkî hatibû dayîn. Ji Adara 2023yan ve Tirkmenî bûbû zimanê karûbarên fermî.

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.