Meletî bi pileya 3,5 hejiya

PeyamaKurd – AFADê ragihand ku li Meletiyê erdhejeke bi şideta 3,5 pileyî çêbûye.
Li navçeya Çirmikê (Yeşilyurt) a Meletiyê erdhejeke bi şideta 3,5 pileyî çêbû. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Bilez (AFAD) a Tirkiyeyê ragihand ku erdhej di saet 21.58an de çêbûye.
Li gorî daneyên AFADê, navenda erdhejê navçeya Çirmikê ye û di kûrahiya 10.49 kîlometreyan de çêbûye.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




