PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser tirsa xelkê ku xela çêbibe, ragihand ku têra xelkê erzaqê Kurdistanê heye. Barzanî axaftina xwe di ‘reforma sîstema tenduristiyê’ de kir. Barzanî balê kiand ser van mijaran:
“Ez bang li temamê hemwelatiyan dikim. Bila kes ji heyiyên xwurekan yên Herêma Kurdistanê nekeve endîşê. Erzaqên me têra 6 meh heya salekî dike û bila kes nekeve panîkê.
Hêvî heye ku li seranserê dinyayê ev arîşeyên ku hene, di demekî kurt de derman bibe. Me temamê beşên pêwendîdar erkdar kir ku bazarê ji nêz de bişopînin, li hemberê ew kesên bihayê eşyayan bilind dikin, bazarê reş dikin, wê di derbarê wan de qanûn bên bicîhanîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin