Rejîma Îranê cezayê pere û 2 sal ê girtîgehê li 2 melayên Kurd birrî

PeyamaKurd – Li gorî raporeke Saziya Mafê Mirov a Hengawê, Mamoste Hesen Xizrî û Mamoste Dr. Selam Mehmûdiyan, 2 melayên Kurd û Sunî ku li gundên derdora bajarê Serdeştê wekî pêşnimêj kar dikin, ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyên Olî ya rejîma Îranê ya li Ûrmiyê ve hatine cezakirin.
Her yek ji wan bi 2 sal girtîgehê û 20 milyon Tûmen (nêzî 400 Dolarî) hat cezakirin.
Hengawê ragihand ku Selam Mehmûdiyan, pêşnimêjê gundê “Bêwirana Xwarê” û Hesen Xizrî, mamosteyê gundê “Bêwirana Serê”, yên bi ser bajarê Serdeştê ve, roja Duşemê, 5ê Gulana 2025an, di rûniştineke dadgehê de hatin darizandin. Piştî rûniştinê, cezayê destpêkê ji wan re hate ragihandin.
Hengawê bi bîr xist ku ev her du melayên Kurd, di dema tevgera “Jin Jiyan Azadî” a li seranserê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber piştgirîkirina gel û ya qurbanî û cangoriyên tevgerê, ji aliyê navendên ewlehiyê yên rejîmê ve hatibûn gazîkirin û li Dadgeha Taybet a Mamosteyên Olî dosye li dijî wan hatibûn vekirin.
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.




