PKKyê kongreya xwe li dar xist

PeyamaKurd – Kongreya 12emîn a PKKyê, ku weke kongreya fesihkirin û çekberdanê jî tê payîn, li Herêma Kurdistanê Parastinê hat lidarxistin.
Hat ragihandin ku di navbera 5-7ê Gulanê de, Kongreya 12emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Herêma Kurdistanê bi rengekî serkeftî û bi coş hatiye lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Dîwana Kongreya 12emîn a PKKyê, civîn bi beşdariya delegeyên ji hemû qadên xebatê, li du qadên cuda bi awayekî paralel hate birêvebirin.
Kongre li ser banga rêberê PKKyê Abdullah Öcalan hate sazkirin. Hat diyarkirin ku nêrîn û pêşniyarên Öcalan hatin xwendin û bi kûrahî hatin nirxandin.
Rapora Komîteya Navendî ya PKKyê hate pêşkêşkirin û nîqaşên berfireh li ser hatin kirin.
Daxuyaniyê diyar kir ku biryarên “dîrokî û girîng” hatine wergirtin, lê hûrgulî nehatin eşkerekirin. Hat diyarkirin ku encamên kongreyê û belgeyên berfireh dê piştî yekkirina nêrînên her du qadan, di demeke kurt de bi raya giştî re bên parvekirin.
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.





