Li ber derê konsulxana Îraîlê ya Îstenbolê dengê sîlihan hat

PeyamaKurd – Li ber derê konsulxana Îsraîlê ya bajarê Îstenbolê dengê sîlihan hat. Parêzgeha Îstenbolê ragihand ku kesê sîlih berdaye, ew xistine binçav û li ser bûyerê lêpirsîna edlî dane destpêkirin. Parêzgehê got:
“Îro seet li dora 14.30an de li dora konsulxana Îsraîlê ya Îstenbolê dengê sîlihan hatiye, kesê çekê bikaraniye navê wî hatiye tesbît kirin ku B.K. ye. Kesê navborî ji aliyê beşa TEMê de hatiye desteserkirin û li ser bûyerê lêpirsîna edlî destpêkiriye.”
Di encama xebata polîsan de hat fêmkirin ku di destê gumanbar de demançe û şûr hebûye, guumanbar çûye nêzî konsulxana Îsraîlê, çekê bera hewa daye û gotiye: “Ez Îsraîlê naxwazim.”
B.K. (56), 5 gule bera hewayê daye û ji 7 sûcan qeydiyên wî hene. Lêpirsîna wî ya li asayîşa Îstenbolê dewam dike.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.




