Rejîma Îranê li Kamêranê 2 birayên 17 salî û pismamekî wan desteser kir

PeyamaKurd – Li bajarê Kamêranê yê Rojhilatê Kurdistanê, çekdarên Rejîma Îranê bi ser malekê de girtin û du zarokên Kurd ên 17 salî desteser kirin. Çarenivîsa van her du zarokan heta niha ne diyar e, û ev yek bûye sedema nîgeraniyeke kûr.
Li gorî rapora Saziya Mafên Mirovan a Hengawê, duh, roja Înê, 12ê Îlona 2025an, çekdarên Rejîma Îranê li gundê Gazirxaniyê yê ser bi Kamêranê, Îhsan Sebûrî û Kawan Sebûrî, ku her du jî zarokên 17 salî ne, li gel pismamê wan ê 28 salî Hisam Sebûrî desteser kirin.
Çavkaniyên ji herêmê ragihandine ku destgîrkirin bêyî tu belgeyeke dadwerî û tevî êşkenceyan pêk hatiye. Piştî demekê Hisam Sebûrî hat berdan, lê belê her du zarok, Îhsan û Kawan, bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
Heta niha tu agahiyek derbarê sedema girtina van her du zarokan û tohmetên ku li wan hatine kirin de tune ye. Malbatên wan di nav fikareke mezin de li benda agahiyekê ne ji bo ku bizanibin ka çi bi serê zarokên wan hatiye.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




