Rojnamegeniya Kurdî tevî hemû zext û zordariyan 127 salî ye

PeyamaKurd – Îro "Rojnamegeniya Kurdî" 127 saliya xwe pîroz dike.
Di 22ê Nîsana 1898an de yekemîn rojnameya Kurdî bi navê “Kurdistan” li Qahîreyê dest bi weşanê kir. Îro wek Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.
Roja 22ê Nîsanê jî salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye.
Rojnameya "Kurdistan" ku ji aliyê Mikdad Midhat Bedirxan, yek ji kurên Bedirxan Bey, li paytexta Misrê Qahîreyê, di 22'ê Nîsana 1898'an de hatiye weşandin, yekemîn rojnameya Kurdî ye ku bi zimanê Kurdî derdikeve.
Rojnameya ku bi Kurdî bi alfabeya Erebî derketiye, di navbera salên 1898-1902an de 31 hejmar hatiye çapkirin.
Hejmarên 1-23 15 rojan carekê, hejmarên 24-31 mehê carekê derdiketin. Bedirxan ku 5 hejmarên ewil ên Rojnameya Kurdistanê li Qahîreyê derdixist, ji ber zextên dewleta Osmanî nekarî li Qahîreyê çapkirina rojnameyê bidomîne.
1-5 rojnameyê. Hejmarên rojnameyê 6-19 li Qahîre, hejmar 20-23 li London, hejmar 24-29 li Folkestone û hejmar 30-31 li Cenevreyê hatine çapkirin. Jiyana weşana Rojnameya Kurdistanê piştî hejmara 31. bi dawî bû.
Piştî ku Mîkdad Mîthad Bedirxan ji ber nexweşiya ku ketibû canê xwe ji dest da, birayê wî Abdurrahman Bedirxan berpirsyariya rojnameyê girt ser xwe.
Ji roja derketina rojnameya Kurdistanê heta niha bi hezaran rojname û kovarên Kurdî derketine.
Piştî rojnameya Kurdistanê kovarên “Şerq û Kurdistan”, “Amîd-î Sevda”, “Rojî Kurd”, “Hetawî Kurd”, “Yekbûn” û “Kovara Jîn” û herwiha rojnameyên bi navê “Kurdistan” û “Jin” derketin.
Di sala 1973an de, 75 sal piştî derketina rojnameya Kurdistanê, 22ê Nîsanê li Başûrê Kurdistanê weke “Roja Rojnamegeriya Kurdî” hat destnîşankirin û ji wê demê ve her sal tê pîrozkirin.
Di sala 1998an de Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi fermî damezrandina xwe ragihand.





