Şam ji bo hilbijartinan amadekariyan dike, lê herêmên Rêveberiya Xweser derve dihêle

PeyamaKurd – Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê pêngaveke nû ji bo lidarxistina hilbijartinên parlemanî avêt û li beşek ji parêzgehên Reqa û Hesekê komîteyên hilbijartinê ava kirin. Lê belê, deverên berfireh ên ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne, ji vê pêvajoyê hatin derxistin, ku ev yek careke din parçebûna siyasî ya li welat nîşan dide.
Li gorî Biryara Hejmar 30 a sala 2025an ku ji aliyê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Parlamentoyê ve roja Çarşemê hat ragihandin, komîteyên hilbijartinê li navenda bajarê Reqayê û li bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê hatin avakirin.
Balkêş e ku Girê Spî û Serê Kaniyê di bin kontrola komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (SNA) ya ser bi Tirkiyeyê ve ne, ku ev yek nîşan dide ku Şam hewl dide li herêmên ku kontrola wê ya rasterast lê nîne jî pêvajoya hilbijartinê bimeşîne.
Berdevkê komîteyê, Newar Necm, ji televîzyona Syria TVyê re sedema sinordarkirina hilbijartinan bi "rewşên ewlehî û siyasî" yên li parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêra Zorê ve girê da. Di biryarê de behsa rewşa parêzgeha Suweydayê nehatiye kirin.
Ev pêngava Şamê weke hewldaneke ji bo misogerkirina "temsîliyeta sembolîk" a van herêman di parlemanê de tê dîtin, tevî ku desthilata wê ya tam li ser van deveran nîne.
Rêveberiya Xweser: "Hilbijartin nerewa ne"
Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Xweser ev pêngav bi tundî red kir. Berpirsê Rêveberiya Xweser, Husên Osman, di daxuyaniyekê de di 27ê Tebaxê de, ev hilbijartin weke "nerewa" bi nav kiribûn û hinceta ewlehiyê red kiribû.
Osman gotibû, "Rapor û lêkolînên navneteweyî nîşan didin ku herêmên herî ewle li Sûriyeyê ew in ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne."
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.




