Şirketa Petrola Bakur: Ji bo hinardekirina petrola Kerkûkê planeke nû tune

Şirketa Petrola Bakur: Ji bo hinardekirina petrola Kerkûkê planeke nû tune

PeyamaKurd – Rêveberê Giştî yê Şirketa Petrola Bakur (NOC), Emîr Xelîl, ragihand ku tevî destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, heta niha tu planeke fermî ji bo hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya heman boriyê tune ye. Wî her wiha da zanîn ku hinardekirina rojane ya petrola Herêmê carinan digihîje 270,000 bermîlan.

Emîr Xelîl di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re axivî û tekez kir ku pêvajoya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê "bi awayekî xweş berdewam dike û tu astengiyên mezin derneketine holê." Li gorî Xelîl, hinardekirina rojane niha di navbera 200,000 û 250,000 bermîlan de ye û heta niha nêzîkî 5 milyon bermîl petrol hatiye firotin, ku beşek jê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirîn û ya mayî ji bo bazarên Ewropayê hatiye şandin.

Derbarê pirsa tevlîkirina petrola Kerkûkê di vê pêvajoyê de, Xelîl bi zelalî got, "Hêj planeke me tune ye ku em petrola Kerkukê li gel petrola Herêma Kurdistanê hinardeyî bendera Ceyhanê bikin, ji ber ku mîqdar têrê nake."

Ev daxuyanî di demekê de tê ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di 27ê Îlona 2025an de, piştî rawestaneke zêdetirî du salan, ji nû ve dest pê kir. Ev pêngav li ser bingeha rêkeftinekê di navbera Hewlêr, Bexda û şirketên petrolê yên navneteweyî de pêk hat. Wê demê Wezîrê Petrolê yê Iraqê, Hayan Ebdulxenî, ev gav weke "dîrokî û pir xweş" bi nav kiribû.

Lêbelê, raporek ji ajansa Reutersê îdia dike ku Iraq plan dike di meha Mijdarê de rojane 250,000 bermîl petrola Kerkûkê ji Ceyhanê hinarde bike, ku ev yek li hember daxuyaniyên Rêveberê NOCê pirsan derdixe holê.

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.