Zêbarî: Pêşeroja Iraqê bi kontrolkirina milîsan ve girêdayî ye

Zêbarî: Pêşeroja Iraqê bi kontrolkirina milîsan ve girêdayî ye

PeyamaKurd – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî, ragihand ku Iraq li ber derfeteke dîrokî ya pêşketinê ye, lê serwernebûna dewletê li ser milîs û komên çekdar ên derveyî yasayê, weke gefa herî mezin li pêşiya vê pêşerojê radiweste.

Zêbarî di hevpeyvînekê de amaje bi başbûna giştî ya rewşa ewlehiyê li Iraqê kir û got ku ev aramî dikare derî li ber veberhênanên biyanî, bi taybetî şirketên Amerîkî yên di sektora petrolê de veke.

Tevî vê yekê, Zêbarî helwêsta hikûmeta federal a li hember êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê rexne kir û anî ziman ku Bexda, tevî ku lêkolînan dike jî lê newêre ku aliyên li pişt van êrîşan eşkere bike.

Hoşyar Zêbarî di dawiyê de tekez kir ku ji bo Iraq bikaribe ji vê "derfeta zêrîn" sûd wergire, divê bi awayekî cidî serweriya yasa û dadgehan pêk bîne, jîngeheke ewle ji bo sermayeguzariyê misoger bike û sînorekî ji bo hêza milîsan deyîne.

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.